Bûyerpress
Kerwanekî hêzên artêşa Turkyê duh Yekşemê giha rawestgeha Iskenderonê ku li ser sînorê Sûryayê ye, ew jî bi mebesta belavbûna li ser sînor.
Ajansa Anadol da zanîn ku kerwanê leşkerî ji 80 erebeyan pêk tê û dê li hember Efrîna Bakurê Sûryayê belav bibe.
Ji beriya aniha fermandarên Turkyê ragihandibû ku ew ê derbasî bajarê Efrînê bibin.