Bûyerpress
Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Entonyo Gotîrêş duh Yekşemê doz ji gelê Herêma Kurdistanê kir ku ji biryara referandomê vegere û bang li rayedarên Iraqî kir ku evê dubendiyê bi hêminî çareser bikin.
Bi rêya daxuyaniyekê Gotîrêş da zanîn ku biryareke yekalî ya bi vî rengî dê bandoreke neyînî li armancên tunekirina DAİŞê bike.
Emîndarê Giştî tekez kir ku ew rêz ji serweriya Iraqî re digire û divê ku bi rêya rêkeftineke avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de ev pirsgirêk çareser bibe.