Bûyerpress_Hawar
Ji dema ku deregehên hilbijartinên komînan hatiye vekirin, li Herêma Cizîrê 3372 jinan navên xwe ji bo namzetiya hevserokatiya komînan tomar kirine.
Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan Roken Mela Ibrahîm da zanîn ku hejmareke gelekî mezin ji jinên Herêma Cizîrê, xwe ji bo namzetiya hevserokatiya komînan tomar kirine.
Hêjayî gotinê ye ku hilbijartinên hevserokatiya komînan, di 22’yê vê mehê de dest pê dibin.