Bûyerpress_Hawar
Bi destpêbûna Helmeta Bahoza Cizîrê re, pêla penaberiyê ji deverên Dêra Zorê ber bi kampa Eyn Îsa ve zêdetir dibe û li gorî ku hatiye zanîn, hetanî niha 5000 penaberên Dêra Zorê li kampa navborî bi cih bûne.
Bi gotina penaberên ku gihane kampê, her yek ji wan 50 hezar lîreyên Sûrî daye qaçaxçiyan hetanî ku gihaye deverên kontrola Hêzên Sûryaya Demoqratîk.
Wekî hatiye zanîn, pêdiviyên evê kampê gelekî kêm in û piraniya penaberan bê çadir û bê cî ne.