Bûyerpress
Odeya Operasyonên Helmeta Bahoza Cizîrê duh Yekşemê encamnameya şerê xwe belav kir û tê de hat ku bi qasî 63 km rûber, 14 gund û baxçe tevlî kargeha şekir û pembû û navenda elekitrîkê hatine kontrolkirin.
Helmeta Bahoza Cizîrê di roja xwe ya 9’an de ye, û li gorî encamnameyê, zêdetir ji 4000 kesên sivîl jî ji bo deverên biewleh hatine veguhastin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ku şervanên Bahoza Cizîrê 5 erebeyên bumbebarkirî têk birine û birekî mezin ji çekên cûrbicûr desteser kirin.