Bûyerpress
Di şahiya piştgîriya referandomê de ku duh Şemiyê li leyzgeha Dihokê li dar ket, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî di gotareke xwe de got ku heya niha çi alternatîv û gerantî ji bo wan nehatiye pêşkêşkirin.
Berzanî di gotara xwe de tekez kir ku êdî bawerî bi Bexdayê nemaye û bang li milet kir ku di 25ê mehê de ber bi navendên gelpirsiyê ve biçin.
Axaftinên Berzanî di demekê de tê ku Turkye, Emerîka, Bexda,Îran û gelek welatên din li dij pêkanîna referandomê ne.