Bûyerpress
Li navenda bajarê Reqayê di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de şerekî dijwar li dar e, herî dawî jî hêzên HSDê karîn Nexweşxaneya Miwasat kontrol bike.
Malpera Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku Nexweşxaneya Miwasat a ku dikeve di navbera taxên Emîn û Seknê de, piştî şerekî dijwar ji hêla HSDê ve hat kontrolkirin.
Heman malperê da zanîn ku ji encama şerê duh Yekşemê, zêdetir ji 40 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.