Bûyerpress
Serokwezîrê Turkyê Bin Elî Yeldirim ragihand ku referandoma Herêma Kurdistanê babeteke girêdayî ewlehiya neteweyî ya Turkyê ye û ew ê hemû pêrabûnên guncav bikin eger pêdivî çêbû.
Daxuyaniya Yeldirim di demekê de tê ku Herêma Kurdistanê ji dema referandomê nêzîk bûye û lipaşxistina wê bi hişkayî red dike.
Di heman demê de Serokomarê Turkyê Receb Teyib Erdoxan got ku pêkanîna referadnomê, biryareke metirsîdar e.