Bûyerpress
Fermandariya Hêzên Sûryaya Demoqratîk bi rêya daxuyaniyekê duh Yekşemê, topbarana balafirên Rûsya û Sûryayê li ser hêzên xwe bi tundî şermezar kir.
HSDê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku li devera Pîşesaziyê ya Dêra Zorê, hêzên wan bûne armanca topbarana balafirên Rûsî û Sûrî, û ji encamê 6 şervan birîndar bûne.
Her wiha HSDê doz ji Hevpeymana Navdewletî kir ku careke din nehêle tiştekî wiha rû bide û bang li Rûsyayê jî kir ku êdî van kiryaran dubare neke.