Bûyerpress_Hawar
Di berbanga îro Şemiyê de, balafirên şer ên Rûsya û Sûryayê baregehên Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî yên li rojhilatê çemê Feratê topbaran kirin û ji encamê 6 şervan birîndar bûn.
Di yekem bersivdayîn de, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parstina Gel YPGê Sîpan Hemo got ku armanca hêzên rêjîmê ji vê toparanê ew e ku tunebûnê DAİŞê dereng bihêle.
Hemo di axaftina xwe de ya li gel Ajansa Hawarê tekezî li ser wê yekê ku çi dibe bila bibe, lê ew ê gundewarê Dêra Zorê rizgar bikin û pêşveçûna xwe bidomînin.
Her wiha Fermandarê YPGê Sîpan Hemo zêdetir ji carekê bal kişand ser wê yekê ku kiryarên wiha, hevkariyek e li gel DAİŞê.