Taybet (Bûyerpress): Duh çarşemê, jêderekî berpirs di derîsînorê Sêmalka de diyar kir ku nûçeya di kolanê de belav bûye li ser vekirina derîsînorê Sêmalka di rojên cejnê de ji hêla Rojava ve ne rast e.
Heman jêderî got ku di dema niha de ti biryar bi vekirina derî tune ye, ev gotinên li kolana kurdî li Rojava û Hherêma Kurdistanê geriyane ti rastî ji wan re tuneye.
Jêderê ku nepejirand navê wî eşkere bibe got:ʺKarê me yê sereke niha ew e ku em çawa li êrîşên tariyê li serRojava û bi taybetî Kobanê vegerîninʺ ev mijarên din weke vekirina deriyê sînor ʺdi asta diwemîn de tênʺ eger em bipîvin bi bûyerên ku li herêmê dibin.
Jêderê ji Sêmalka diyar kir ku wê tevgera vegerê jî raweste û derîsînor wê ji aliyê Herêmê ve di cejnê de ku heft rojan didome di karbestê de be.
Hêjayî gotinê ye ku derîsînorê Sêmalka ji nîvê nîsana borî ve girtiye, ji wê çaxê ve her aliyekî sûc dike stuyê aliyê din.













































