Bûyerpress
Koçka Sipî ya Emerîkayê bi rêya daxuyaniyekê duh Înê ragihand ku ew ê piştgîriya referandoma Herêma Kurdistanê nekin ku biryar e 25ê vê mehê dest pê bibe.
Di daxuyaniya Koçka Sipî de hat ku Emerîka gelek caran ji rêberên Kurdan xwestiye ku referandomê li paş bixin, ji ber ku dê bandoreke mezin li deverên nûkontrolkirî bike.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ku divê Herêma Kurdistanê referandomê li paş bixîne û danûsitandinên rastiyane li gel Bexdayê bike.