Bûyerpress
Serokomarê Turkyê Receb Teyib Erdoxan, duh Înê bi rêya kenaleke Turkî got ku piştî Herêma Kurditanê biryara referandomê daye, îcar qonaxeke nû di navbera me û Herema Kurdistanê de dest pê dibe.
Daxuyaniya Erdoxan, wekî bersivdayînekê bû li ser gotinên Serokê Herêma Kurdistanê ku li Amêdiyê gotibû “Em ê referandomê li paş nexin, guh medin gotinên tu kesî”
Di heman mijarê de, Erdoxan got ku gotinên Berzanî gelekî şaş in û em ê 22ê vê mehê helwesta xwe destnîşan bikin.