Bûyerpress
Li taxa Emîn ku li navenda bajarê Reqayê ye, şerekî giran di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de rû da, ji encama şer, HSDê girtîgeha taxa Emîn kontrol kir.
Ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê da zanîn ku duh bi şev li navenda bajarê Reqayê şerekî tund rû da, ji encamê 2 erebeyên DAİŞê yên bumbebarkirî hatin têkbirin û zêdetir ji 40 çekdarên DAİŞê hatin kuştin.
Di heman demê de, li taxên Rewda û Nehda jî şerekî dijwar di navbera HSDê û DAİŞê de li dar e.