Bûyerpress
Duh înê li taxa Cirnikê ya rojhilatê bajarê Qamişlo, Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûryayê şahiyek li dar xist, ew jî bi armanca piştgîriya referandoma Herêma Kurdistanê.
Bi amadebûna sedan ji xelkên deverê, serkirdeyên ENKSê, birek ji rewşenbîr û kesayetên serbixwe, ev şahî bi rê ve çû.
Hêja ye mirov bibêje ku ev şahî ji hêla Hêzên Asayîşa Rojava ve ji hawîrdorê xwe ve dihat parastin.