Bûyerpress
Hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê ragihand ku wan Çemê Feratê wekî hêleke sor ji hêzên rêjîmê re destnîşan kiriye û eger rêjîm çem derbas bike, ew ê rastî bersivdayînê werin.
Fermandarê Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî Ebû Xewla duh Înê da zanîn ku wan hişyarî daye hêzên rêjîma Sûrî ku tu rêzderiyan nekin.
Her wiha Ebû Xewla got ku tenê ew 3 kîlometreyan ji perava rojhilatê Feratê dûr in, her wiha got eger yek gule jî li wir bê peqandin, ew ê bêdeng nemînin.