Ebû Bekir Elbexdadî yê ku xwe wek Xelîfeyê Misilmanan bi nav kir, xwest ku du milyon keçên Iraqê Sinet bibin, ji bo dûrkirina wan ji guneh û nebaşiyan.
Hêjayî bîranînê ye ku rêxistinên mirovî û mafnas li dijî vê diyardeyê disekinin, ji ber ew ne bi xerakirina laşê mirov e, bê sedemeke bi tenduristiyê ve girêdayî be, tenê ji bo adet û ramanên çewt pêk tê. Komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî UN jî , biryar standibû ku sinetkirina keçan bi dawî bibe û ew weke kiryareke kirêt pesin dabû.
Di daxuyaniyê de Bexdadî dibêje ku ev biryar wê civaka Misilmanan û keç û kurên wan biparêze.
Ji aiyeekî din ve, di van rojan de, li paytexta Brîtanî Lundinê 700 kesayetî civiyane ji bo bidawîkirina sinetkirina keçan û zewaca zarokan, di nav wan de serokomar û çalakvên civata svîl hene tevî Netewên Yekbûyî UN.
Di vê civata ku li ser asteke bilind ji berpirsan dibe, wê armanc mafên keçan be wek bidawîkirina sinetkirina kean û zewaca bi zorê û zewaca zarokan.
Civat dixwaze derbarê van mijaran misogerîne nû ji rêxistinên taybet û berpirsên olî û hikûmet û rêxistinên civaka svîl bistîne.
Wezareta karê derve ya Brîtanî eşkere kir ku yasayeke nû kete warê bicîkirinê ku kesê zorê bike ji bo zewacê wê rastî tawaneke cinayî bibin û sizaya wê digihe 7 salan zindan.
Rapora wezareta karê derve ya Brîtanî dibêje ku Encûmena Misilmanên Brîtanyayê ragihand ku sinetkirina keçan kiryareke ne Islamî ye, lê ew tersî prensîpên vê olê ne.
Ji bilî daxuyana DAIŞê, pêşveçûnine erênî derbarê vê mijarê li cîhanê çêbûne, ev civata parastina keçan jî li Lundinê wê di vî warî de be.