Bûyerpress
Hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê ji roja destpêbûna xwe ve, li milê gundê Ebû Fasê bi dirêjahiya 67 kîlomitreyan û li milê gundê Ebû Xeşebê bi dirêjahiya 47 kîlomitreyan bi pêş ve çûne.
Fermandarê Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî Ebû Xewla da zanîn ku hêzên wan ji derdora bajarê Dêra Zorê nêzîk bûne û bi dehan ji gund û xalên stratecî rizgar kirine.
Helmeta Bahoza Cizîrê ji hêla Hêzên Sûryaya Demoqratîk ve hatiye ragihandin û tenê deverên kontrolnekirî ji Cizîrê û rojhilatê Feratê armanc digire.