Bûyerpress
Namzeta Partiya Demoqratîk ji bo serokatiya Emerîkayê Hêlarî Kilînton ku li hember hevrikê xwe Trump bi bin keft, pirtûka xwe ya bi navê “Çi Bû?” (What Happened) derxist.
Pirtûka Kilînton roman e, tê de gelek aliyên tawanbar dike ku bûne sedema sernekeftina wê di hilbijartinan de, wekî FBE, Rûsya û ragihandina Emerîkî.
Her wiha di romana xwe de, Kilînton kiryarên Trump bi tundî rexne dike û wî wekî “derewçîn” bi nav dike.
Ji hêleke din ve, Hêlarî Kilînton di romanê de dibêje ku Donald Trump li hember jinan derexlaqiyan dike û kiryarên wî cihê matê ne.