Bûyerpress
Li taxa Rewda ya rojhilatê bajarê Reqayê, çekdarên DAİŞê êrîşî xalên Hêzên Sûryaya Demoqratîk kir û ji encamê şerekî tund di navbera her du aliyan de derket.
Ragihandina HSDê da zanîn ku ji encama şerê duh Çarşemê, zêdetir ji 15 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.
Di heman demê de li derdora Nexweşxaneya Niştimanî, Baxçeyê Reşîd û li taxa Emîn şer didome.