Bûyerpress_Hawar
Di sala nû ya xwendinê de (2017/2018), dergehên 1950 dibistanên seretayî û amadehî ji hêla Rêveberiya Xweser ve li Herêma Cizîrê, li pêşiya xwendekaran vebûn.
Bi biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Kantona Cizîrê, dê zarokên her netweyekî li dibistanên Cizîrê bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin, ku branşên wan ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine amadekirin.
Der heqê çawaniya birêvebirin û perwerdekirinê, Desteya Perwerdeyê 16 hezar mamoste ji vê yekê re amade kirine.
Bi destpêbûna werzê xwendinê yê nû re, Rêveberiya Xweser bi qas 1.5 Milyar Lîreyên Sûrî ji bo çakirina dibistanên deverê terxan kir.