Bûyerpress
Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand ku duh Sêşemê Wezîrê Berevaniyê Sêrgî Şwîgo li Şamê, bi serokê rêjîma Sûrî Beşar Elesed re civiya û babetên hevkariya leşkerî gengeşe kirin.
Di heman barî de, serokatiya her du welatan ragihand ku dê dan û standin li ser pîlanên leşkerî çêbibin.
Her wiha Wezareta Berevaniyê ragihand ku ew ê li gel Artêşa Sûrî hevkar be, hetanî ku Reqayê ji DAİŞê paqij bikin.