Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Barzanî ragihand ku ew ê bi hemî karînên xwe, berevaniyê di ber nasnameya Kerkûkê ya Kurdewar de bikin.
Di seredaneke xwe de ji bo Kerkûkê û wekî bersivdayînekê li ser helwestên Bexdayê, Berzanî got ku pêkanîna referandomê li Kerkûkê qanûnî ye.
Berzanî her wiha soz da ku bi hebûna pêşmergeyan, dê bajarê Kerkûkê her û her biewleh û parastî bimîne.