Bûyerpress
Nûnerê Yekîtiya Ewrupa yê di Hevpeymana Navdewletî ya Şerê Dijî DAİŞê de “Gîlîs Dê Kêrşof” diyar kir ku li Îraq û Sûryayê, 2500 kesên Ewrupî li nêva refên DAİŞê şer dikin.
Kêrfoş tekezî li wê yekê kir û got”Li Îraq û Sûryayê 5000 Ewrupî li nêva DAIŞ’ê şer dikirin. Ji wan 1500 kes vegeriyan Ewrupa û bi qasî 1000 kesî jî hatin kuştin.”
Her wiha Kêrşof zêdetir ji carekê da zanîn ku DAIŞ êdî Ewrupiyan venaxwîne Îraq û Sûryayê, lê ji wan dixwaze ku li Ewrupa êrîşan pêk bînin.