Serokwezîrî Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li ser TViya ʺA TVʺ got ku ew bi obama re nema bi telefonê daxive û berdewam kir: ʺBerî niha, min pê re yekser têkilî girêdida, lê ji ber ku ez ne pêşbînim ku em bigihin encaman derbarê Sûriyê, niha her du wezîrên karê derve bi hev re daxivinʺ.
Erdogan got ku eger pêdivî hebe ew bi cîgirê serokê Emrîkayê Co Baydin re telefon dike.
Li gor AljaziraNet têkiliya telefonî ya dawî di navbera Obama û Erdogan de, di Sibata borî de bû ku piştî wê Koçka Sipî ya Emrîkî daxuyaniyek derxist, tê de hat ku serokwezîrê tirkiyê naveroka axaftina telefonî guhertiye.