Bûyerpress
Duh Yekşemê Polîsên Qubrisî ragihand ku 305 penaberên Sûryayê li paravên Qubrisê ji pêlên deryayê û binavbûnê hatin parastin.
Di heman barî de, Polîsan da zanîn ku di nava wan penaberan de 30 jin û 73 zarok ji hêla qaçaxçiyên Mêrsînê ve hatine birêkirin.
Hêja ye mirov bibêje ku ev koma penaberan a ku polîsên Qubrisê bi hawara wan ve çûyî, ji mezintirîn komên penaberan e ku polîsên Qubrisê ew ji binavbûnê ruha kirine.