Bûyerpress
Berpirsên Ewlekariya Iraqî dan zanîn ku piştî qewitandina çekdarên DAİŞê ji deverên kontrola wan, 1400 endamên malbatên rêxistina DAİŞê ku tevahiya wan jin û zarok in, aniha li rex hêzên Iraqî dîlgirtî ne.
Fermandarekî artêşa Iraqê tekez kir ku ew dîlgirtiyên DAİŞê ji xelkên Turkî, Tacîkistan, Azirbîcan, Rûsya, Ferensa û Elmanyayê ne.
Karbidestên hikûmeta Iraqî ragihandin ku ew kesên dîlgirtîn, aniha li leşkergeheke başûrê Mûsilê dimînin.