Bûyerpress
Li her du taxên Emîn û Rewda yên navenda bajarê Reqayê, şerekî tund di navbera Hêzên Sûryaya Demoqartîk û çekdarên DAİŞê de li dar e.
Malpera Helmeta Hêrsa Feratê duh Duşemê ragihand ku ji encama şerê li her du taxên Emîn û Rewda zêdetir ji 15 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.
Fermandarên HSDê ji beriya aniha ragihandibû ku 70% ji bajarê Reqayê aniha li jêr kontrola wan e.