Bûyerpress
Hêzên Helmeta Hêrsa Feratê êdî ji navenda bajarê Reqayê nêzîk bûne û şerekî tund di navbera wan û çekdarên DAİŞê de li taxên Emîn, Nehda, Seknê û Mensûr li dar e.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku ji encama şerê duh Yekşemê, zêdetir ji 40 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.
Hat ragihandin ku hêzên HSDê li taxa Seknê du erebeyên bumbebarkirî têk birine.