Bûyerpress
Firokeyên Artêşa Rûsî duh Yekşemê kerwanekî qeyikên sivîlan li çemê Feratê yê Dêra Zorê bumbebaran kir û ji encamê 34 kesên sivîl hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ev derbeya leşkerî di wê demê de pêk hatiye, dema ku sivîlên Dêra Zorê dixwestin biçin rojhilatê çemê Feratê.
Birêvebirê Rewangehê Ramî Ebdurehamn tekezî li ser wê yekê kir ku ew kerwan ji 40 qeiykî pêk dihat.