Buyerpress
Di rojên xwe yên pêşî de, hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê derbasî devera Medînet Siniyê bûn û şerekî tund di navbera wan û çekdarên Rêxistina DAİŞê de rû da.
Malpera fermî ya Hêzên Sûryaya Demoqratîk duh Yekşemê ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê bi pêş ve çûne û karîne derbasî Medînet Siniyê bibin.
Hêja ye mirov bi bîr bixe ku di hundirê vê hefteyê de, Helmeta Bahoza Cizîrê hat ragihand, ew jî bi mebesta rizgarkirina deverên kontrolnekirî yên Cizîrê û rojhilatê Feratê.












































