Bûyerpress
Wezareta Berevaniya Rûsî bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ji encama derbeyeke asîmanî ya firokeyên Rûsî li Dêra Zorê, 40 çekdarên DAİŞê û di nava wan de 4 fermandarên payebilind hatine kuştin.
Daxuyaniya Berevaniya Rûsî ku duh Înê hat belavkirin, tekezî li wê yekê kir ku di nava wan çekdaran de, Wezîrê Cengê yê DAİŞê Ebû Mihemed Elşîmalî hatiye kuştin.
Ebû Mihemed Elşîmalî ku ji sala 2015’an ve tevlî rêxistina DAİŞê bûye, navê wî yê rastî Gomerd Helîmof e û ji welatiyên Tacîkistanê ye.