Bûyerpress
Li taxa Nûr a rojavayê bajarê Reqayê ku li jêr kontrola HSDê ye, duh bi şev çekdarên DAİŞê êrîşî wê taxê kir û ji encamê şerekî dijawr rû da.
Li gorî ku hat ragihand, ji encama wî şerî 21 çekdarên DAİŞê hatinkuştin.
Ji aliyeke din ve , li eniya rojhilatê bajêr li taxa Mensûr û derdora xaçerêya Ne’îm di navbera HSDê û DAİŞê de şer derket û ji encamê 18 çekdarên DAİŞê hatin kuştin.