Bûyerpress
Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqî Heyder Elibadî ragihand ku Hikûmeta Iraqî dê pabendiyê bi encamên referandoma serxwebûna Kurdistanê neke û ne jî Bexdad amade ye ku tevlî nakokiyên navxweyî bibe.
Berdevkê Nivîsgeha Elibadî “Se’ed Elhedîsî” got ku referadnoma Herêma Kurdistanê pêngaveke ne rewa ye û derqanûnî ye.
Ev daxuyaniyên dijhev, di demekê de tê ku hevrikiya siyasî di navbera Hewlêr û Bexdadê de gelekî gur bûye.