Bûyerpress
Li taxên Mensûr û Reşîd ên rojhilatê bajarê Reqayê, şer û pevçûnên giran di navbera hêzên HSDê û çekdarên DAİŞê de rû dan û ji encamê hêzên HSDê çend xalên stratecî bi dest xwe ve anîn.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku duh Çarşemê hêzên HSDê navenda Ewlehiya Tawanan û navenda Trafîkê ku li taxa Reşîd in, kontrol kirin.
Ji encama şer û pevçûnan, zêdetir ji 20 çekdarên DAİŞê hatin kuştin.