Bûyerpress
Ofîsa Ewlehiya Rêbendan a girêdayî Hêzên Asayîşa Rojava, 6 qaçaxçiyên penaberan ku penaber ji kampa Elsed bi belgeyên sexte derbasî deverên Rojava dikirin, ew li devera Til Temirê desteser kirin.
Malpera fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku her 6 kesên qaçaxçî roja Sêşemê li ser rêbendeke bajarokê Til Temirê hatin girtin û notên YPGê yên sexte bi wan re bûn, da ku penaberên kampan derbasî bajarên Rojava bikin.
Li gorî berpirsên Asayîşê, piştî lêpirsînan hat zanîn ku 7 kesên din jî hevkarên vê komikê ne.