Bûyerpress
Li nêzî Girê Kebezê yê rojavayê bajarê Dirbêsiyê, 5 desteyên Rêveberiya Xweser hewla avakirina gundekî nimûneyî yê taybet bi jinê didin û biryar pê heye ku navê gund” Jinwar” be.
Pirojeya avakirina gundê Jinwar ji destpêka salê ve li dar e û ji hêla Tunduristiya Xwezayî, Kongreya Sitarê, Jinolojya, Jinên Şaredariyan û Sekna Jinê ve tê birêvebirin, li gorî ku serkarên pirojeyê dibêjin, dê ev piroje du salan dom bike.
Gundê Jinwar ku ji kelpîçan tê avakirin, 30 xanî, gulîstan, çayxane, nexweşxane, ekademiya jinê, dibistana zarokan û navendeke dermankirina xwezayî vedihewîne.
Ev gund jî tenê ji bo jinebî û malbatên pakrewanan e.
Jinwar dê nimûneyeke balkêş be ji bo jiyana komînal, debar û aboriya rûniştiyên gund dê li ser çandinî û sewalvaniyê be.
Peyamnihêrên Bûyer