Bûyerpress
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNKê, îro Çarşemê daxuyaniyek belav kir û tê de kiryarên kuştina her du xortên bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û bang li hemî Kurdistaniyan kir ku piştgîriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê bikin.
KNKê di daxuyaniya xwe de bang li desthilata Îranê jî kir ku rêz û hurmetê ji gelê Kurdistanî re bigire.
Li ser sînorê di navbera herêma Kurdistanê û Banê de, hêzên Îranê du xortên Kurd ên karker kuştin û ji sedema vê yekê bajarên wekî Banê, Merîwan û Serdeştê xwepêşandanên zexim li dar xistin.