Bûyerpress
Duh Sêşemê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê bi dehezaran welatiyên Kurd daketin kolanan û kuştina du xortên Kurd ên karker ji hêla hêzên Îranî ve bi tundî şermezar kirin.
Serkirdeyê Partiya Azadî ya Kurdistanî Xelîl Nadirî ragihand ku hêzên Îranî ew xwepêşandan gulebaran kiriye û bi dehan kes birîndar bûne.
Di heman demê de her du bajarên Merîwan û Serdeştê jî bi xwepêşandanan rabûn û li gorî biryara Partiya Demuqrata Kurdistanê-Îran divê ku îro bajarên Sinê, Seqiz, Şino, Bîranşehir û Serdeştê xwepêşandanan li dar bixînin.