Bûyerpress_Dengê Emerîka
Wezareta Berevaniya Rûsî duh Sêşemê ragihand ku, gemiya Cengê ya bi navê Admiral Essen, bingehên DAIŞê li nêzîk Dêra Zorê mûşekbaran kirin.
Wezareta Bervaniya Rûsî der barê êrîşê dibêje, ev êrîş ji Deryaya Spî ya Naverast pêk htiye û bingehên fermandarên DAIŞ’ê, depoyên çekên zirxî û komên mezin yên çekdarên tundrew kirine armanca êrîşan.
Hêzên hikûmeta Sûrî jî gihane dewrûberên Dêra Zorê û Rûsya ev êrîş weke piştevanî bo artêşa Sûrî li dij çekdarên DAIŞ’ê encam daye.