Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, li taxên Mensûr, Seknê û Emîn ku li navenda bajêr in, şer û pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de rû dan.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku ji encama şerê duh Sêşemê, 3 êrîşên xwekuj ên DAİŞê hatin têkbirin û zêdetir ji 30 çekdarên DAİŞê hatin kuştin.
Di heman demê de hêzên HSDê zêdetir ji 250 mayînên teqemen pûç kirin û nexweşxaneyeke meydanî jî li taxa Mensûr kontrol kir.