Bûyerpress
Kerwanekî leşkerî yê Hêzên Rûsyayê duh Sêşemê giha Kantona Efrînê, bi armanca çavdêrî û parastina deverê.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG′ê li Kantona Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya lihevkirina di navbera şervanên YPG′ê, Hêzên Şoreşger û hêzên Rûsî de, biryar hat dayîn ku hêzên Rûsî derbasî herêmên Efrîn û Şahbayê bibin.
Biryara pê heye ku hêzên Rûsî li Kantona Şehbayê jî bi cih bibin.