Bûyerpress
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûryaya Demoqratîk, duh Sêşemê ragihand ku Fermandarê Meclisa Minbicê ya Leşkerê Ednan Ebû Emced şehîd bûye.
Li gorî daxuyaniyeke HSDê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandibû, Ednan Ebû Emced duh Sêşemê di şerê rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye.
Hêjayî gotinê ye ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi 200 şervanî ve tevlî Helmeta Rizgarkirina Reqayê bûbû.