Bûyerpress
Komikên girêdayî Artêşa Turkyê ku aniha li bajarê Ezazê bi cih in, duh Sêşemê navenda Kantona Efrînê bi giranî topbaran kir û ji encamê 6 kes birîndar bûn.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên xwecihî, kesên ku birîndar ketin ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Ji bilî her 6 qurbaniyan, çend malên welatiyan jî ji encama topbaranê hatin rûxandin.