Bûyerpress
Berdevkê Hevpeymana Navdewletî ya Şerê Dijê DAİŞê Rayan Dêlon ragihand ku komikên çekdar ên girêdayî Turkyê, duh Sêşemê li nêzî bajarê Minbicê hêzên Emerîkî gulebaran kirine.
Li gorî daxuyaniyeke Dêlon, hêzên Emerîkî bûne armanca gulebarana çekdarên girêdayî Turkyê, ewan jî bersiv daye û paşê ber bi devereke biewleh ve çûne.
Her wiha Dêlon got ku “Der barê bûyerên bi vî awayî, me hişyarî daye Enqerayê û em ê vê yekê nepejirînin”