Bûyerpress
Şaredariya gundê Til Şe’îra Aşîtan, tîmeke fotbolê ya jinan ku ji 11 lîstikvanan pêk tê, ava kir.
Li gorî ku malpera Fermî ya Desteya Şaredariyan ragihand, li gundê Til Şe’îra Aşîtan ku li rojhilatê bajarê Qamişlo ye, û li ser daxwaza komîna gund, tîmeke fotbolê ya jinan bi navê Tîma Ş.Bêrîtan hat avakirin.
Ev tîm bi awayekî rojane tê rahênankirin, da ku li lîstikên fotbolê beşdar bibin.