Bûyerpress
Li rêya di navbera Xaçerêka Sirînê û bajarokê Sirînê yê Kantona Kobanê de, Hêzên Asayîşê termê miriyekî dît ku şûna lêdan û işkenceyê li ser bedena wî heye û bi guleyekê di serî de hatiye kuştin.
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Asayîşê, ew term roja înê hatiye dîtin û kesê ku ew kuştiye, kurê wî bi xwe ye.
Piştî lêpirsîna Hêzên Asayîşê, hat xuyakirin ku ji sedema zor û serdestiya li ser zarok û jina xwe, wî xortî bavê xwe li pêşiya tevahî endamên malbatê kuştiye.