Bûyerpress_Sputnik
Li bajarokê Eyaziyê yê ser bi navçeya Teleferê ve 8 keç hatin rizgarkirin. 7 ji wan keçan kurdên Êzidî ne û yek jî keçeke Mesîhî ye.
Berpirsê Asayîşa Rojavayê Dîcleyê Aştî Koçer ragihand ku li ser rizgarbûna keçên Êzidî haya wan jê hebûye û bi xizmên wan re ketine pêwendiyê.
Her 7 keçên Êzidî ji xelkên gundê Koço û Tilqeseb in.