Bûyerpress
Fermandara Hêzên Sûryaya Demoqratîk Newroz Ehmed, duh Duşemê got”Pêşbînî hene ku di van her du mehên bê de şerê Reqayê bi dawî bibe û DAİŞ li wir tune bibe.”
Di daxuyaniyekê de ji Ajansa Royterzê re, Newroz Ehmed ragihand ku ew ê nikarbin demeke yekser destnîşan bikin, lê li gorî pilana wan divê ku di du mehan de şerê Reqayê bi dawî bibe.
Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê zêdetir ji du mehan e ku li dar e û pirî taxên dorhêla bajêr ketine destên HSDê.