Bûyerpress
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Osman Baydemîr nerazîbûneke tûnd li dijî gefên Serokê MHPê Dewlet Bahçelî, yên derbarê referandûma serxwebûnê de nîşan da.
Baydemîr rexne li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî girt û da zanîn ko referandûma serxwebûnê mafekî rewa û demokratîk ê Kurdan e.
Baydemir got “Gefên li ser gelê Kurd ê 40-milyonî ne mafê kesî ye. Çima mafê ji we re rewa, ji Kurdan re ne rewa ye?. Ev ne helwêstek mirovî ye.”












































